Civata Nûnerên biryara kêmkirina deshilata Trump pesend kir

12 adar 2020 23:04
Civata Nûnerên biryara kêmkirina deshilata Trump pesend kir

PeyamaKurd - Bi armanca rê li ber şerekî muhtemel ê di navbera Amerîka û Îranê de bê girtin, Civata Nûneran a Amerîkiya biryara astengkirina deshilata Trump pesend kir.

Civata Nûneran bi piraniya dengan, (227 dengên erê li beramberî 186 dengên na), biryarnameya astengkirina desthilatên serokê Amerîkayê pesend kir.

Li gorî biryarnameyê, “Heger Kongress şer ranegihîne, dê hêzên Amerîkî yên beşdarî operasyonên li dijî Îranê bûne, bi paş de vegerin.”

Heman biryar mehek berê jî ji aliyê senatoyê ve hatibû pejirandin ku wê demê Trump gotibû ew dê vê biryarê veto bike.

Ev biryar piştî kuştina Fermandarê Îranî Qasim Suleymanî ketibû rojevê.