Çînê balafireke alîkariyê bo vîrusa korona sand Hewlêrê, tîma pizîskî jî di rê de ye

24 adar 2020 18:19
Çînê balafireke alîkariyê bo vîrusa korona sand Hewlêrê, tîma pizîskî jî di rê de ye

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku vîrusa koronayê ji wir belavî dinyayê bûye, balafireke alîkariyên pizîşkî bo nexweşên Covid-19 şand Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî eşkere kir ku biryar e di çend rojên bê de hejmarek ji şarezayên Çînê bên Herêma Kurdistanê.

Balafira alîkariyê ya Çînê îro gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku ji aliyê aliyê Konsûlxaneya Çînê li Hewlêrê ve radestî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bû.

Hat zanîn hevkariya Çînê bo Herêma Kurdistanê ji komek amûre û pêwîstiyên tenduristiyê pêk tê. Li gor pêwîstiya binke û rêvebertiyên tenduristiyê jî tên dabeşkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di civîna rojnamevanî de ya hevbeş bi Konsûlê Giştî yê Çînê re ragihand, di hevkariyê de zêdetir ji hezar testên pişknîna vîrusa korona heye. Pêştir û di qonaxa yekem de jî Hikûmeta Çînê hejmarek ji mask wek hevkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribû.

Berzencî got, biryar e di 27ê vê mehê de hejmarek ji şarezayên Çînê serdana Herêma Kurdistanê bikin, ji bo nirxandina nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê û çawaniya serederiya Wezareta Tenduristiyê bi vê vîrusê re.

Konsûlê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Nê Rojî Milî ragihand, Hikûmeta Çînê bi hevkariya ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibe û çendîn kompanyayên Çînê soz dane ku amûreyên taybet bi vîrusa korona bişînin Herêma Kurdistanê.

Konsûlê Çînê got: “Herêma Kurdistanê di vê rewşê de bi tenê namîne, gel û Hikûmeta Çînê li pişt Herêma Kurdistanê dibe. Di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de vî şerî derbas dibin.”