Çîn û Rûsya manoreke leşkerî encam didin

05 tîrmeh 2026 11:27

Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên Çîn û Rûsyayê dê li Deryaya Zer û avên derdorê dest bi manoreke leşkerî ya hevbeş bikin.

Çîn û Rûsya manoreke leşkerî encam didin

RûpelNews - Çîn û Rûsya dê li Deryaya Zer manoreke leşkerî ya hevbeş li dar bixin.

Daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Çînê diyar kir ku rahênana salane ya 'Joint Sea-2026', ku beşek ji hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de ye, dê li av û asîmana derdora bajarê Qingdao yê li Parêzgeha Shandong, li rojhilatê Çînê, pêk were.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî manorê hin yekîneyên ji her du aliyan dê li derdora Okyanûsa Pasîfîkê çalakiyên dewriyeyê yên hevpar pêk bînin û herwiha hat zêdekirin ku armanca manorê ew e ku bersiveke hevpar bide gefên ewlehiyê û aştiya û ewlehiya herêmî biparêze.

Merasîmek hate lidarxistin

Li gorî raporeke Global Timesê, vê sibehê li Bendera Qingdao ji bo yekîneyên deryayî yên rûsî yên ku beşdarî manorê dibin, merasîmek hate lidarxistin.

Rûsya bi keştiya şer a "Varyag", fregata "Rezkiy", binavoka "Ufa" û keştiya rizgarkirinê "Igor Belusov" beşdarî manorê dibe.

Ji aliyê Çînê ve, keştiyên tuneker "Kayfeng" û "Anshan", fregata "Vuhu", keşeya dagirtinê "Kikishili" û keşeya rizgarkirina binavî "Yangchinhu" dê beşdarî manorê bibin.

Her du alî dê herwiha helîkopterên ku dikarin ji ser keştiyan rabin jî bi cih bikin.