Çîn: Ne gefek me û ne jî nêtek me ku em dixwazin sûna Amerîkayê bigrin heye

15 mijdar 2022 16:30
Çîn: Ne gefek me û ne jî nêtek me ku em dixwazin sûna Amerîkayê bigrin heye

PeyamaKurd – Serokê Çînê Xi di nirxandina hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li Balî ku ew ji bo Lûtkeya G20 çûbû diyar kir, wê destpêkirina "şerê bazirganî" an "şerê teknolojîk" an jî têkbirina têkiliyên aborî, ne di berjewendiya kesî de be.

Serokê Çînê Şî Cînpîng piştî hevdîtina bi Biden re axivî û got, nêta Çînê ne guhertina nîzama navneteweyî ya heyî, îxtilaf û şûna Amerîkayê ye.

Li gorî daxuyaniya Çînê ya derbarê hevdîtina rû bi rû ya Xi û Bidenê ku nêzî 3,5 saetan dewam kir, Xi li ser pêşbirka aborî, teknolojî û îdeolojîk a navbera DYA û Çînê nirxandin kirin.

"Ne gefek me û ne jî nêtek me ku em dixwazin şûna Amerîkayê bigrin heye"

Xi Jinping eşkere kir, aloziyên heyî yên di têkiliyên Çîn û Amerîkayê de ne li gorî berjewendiyên her du welatan û gelên wan û hêviyên civaka navneteweyî ne û berdewam kir:

"Çîn naxwaze nîzama navneteweyî ya heyî biguhere û destwerdana karûbarên navxweyî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike. Ne gefek me û ne jî nêtek me ku em dixwazin şûna Amerîkayê bigrin heye."