Çîn bersiva Amerîka da: Çîn di mijara Ûkrayna de adil, durist û bê qûsûre

23 nîsan 2022 21:02
Çîn bersiva Amerîka da: Çîn di mijara Ûkrayna de adil, durist û bê qûsûre

PeyamaKurd –Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Wendy Sherman li ser tewrê Çînê yê di mijara şerê Rûsya-Ûkrayna de gotibû ‘divê Çîn ji şerê Rûsya- Ûkraynayê dersên rast hîn bibe û nikare Amerîkayê ji hevkarên wê veqetîne’, Çîne bersiva Amerîkayê da.

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Zhao Lijiandi civîna çapemeniyê de bersiva Amerîkayê weha da:

“Tewrê Çînê di mijara Ûkrayna de durist, adil, berbiçav û bê qûsûr e. Bi eksa wê, di mijarên weha de Amerîka xwediyê sîcîlekî qels e.

Em li terefê Amerîkayê şîretan dikin ku li eynikê binêre, berya behsa kesên din bike, bila têkiliyên xwe bi rêkûpêk îdare bike. Daxwuyaniyên ji aliyê Wendy Sherman de hatin dayîn, bi temamî klişene, dixwaze Çînê xerab nîşan bide û ev rêbaz yê berêye. Çîn îsbat kiriye ku parastina aştiya dinyayê, endazyarê aştiya dinyayêye û nîzama navdewletî diparêze.”