Cîgirê Serokê Amerîka: Şer dê di demek nêzîk de bi dawî bibe
Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance diyar kir ku DYAyê heta radeyek mezin armancên xwe yên leşkerî yên derbarê Îranê de bi dest xistine, û lê zêde kir, "Ev tê wê wateyê, wekî ku Serok Trump got, ku ev şer dê di demek nêzîk de dawî bibe."
RûpelNews - Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance, di konferanseke çapemeniyê ya hevpar de ku piştî hevdîtina wî ya bi Serokwezîr Viktor Orban re li Budapeştê, beriya hilbijartina giştî ya Macaristanê ya di 12ê Nîsanê de hat lidarxistin, axivî.
JD Vance diyar kir ku DYA di warê Îranê de bi piranî bigihîştiye armancên xwe yên leşkerî û got, "Hêj hin tişt hene ku em dixwazin bikin. Mînak, hin war hene ku em dixwazin ji aliyê leşkerî ve hinekî zêdetir bala xwe bidin ser kapasîteya hilberîna çekan a Îranê; lêbelê, di bingeh de, armancên leşkerî yên DYAyê hatine temamkirin. Ev tê wê wateyê, wekî ku Serok Trump gotiye, ku ev şer dê di demek nêz de bi dawî bibe."
JD Vance, ku destnîşan kir encam bi îraniyan ve girêdayî ye, wiha domand:
"Ez bi rastî wisa difikirim ku du rê hene û ez vê yekê hinekî hêsan dikim, lê ez bawer dikim ku rêya yekem ew e ku îranî biryar bidin ku bibin welatekî normal, fînanskirina terorê rawestînin û bibin beşek ji sîstema bazirganî û danûstandinê ya cîhanî. Ev dê ji aliyê aborî ve ji bo wan bibe sedema tiştên pir çêtir. Ev dê ji bo aştiya cîhanî û ewlehiyê baştir be û dê ji bo gelek mirovan li seranserê cîhanê gelek encamên erênî bi xwe re bîne. Lêbelê, Vebijêrka B ew e ku Îranî neyên ser maseya danûstandinê û bi zeliqandina li terorê û tirsandina cîranên xwe bidomînin. Helbet, ne tenê Îsraîl, lê cîranên wan ên erebî jî. Di wê rewşê de, rewşa aborî ya li Îranê dê pir, pir xirab bimîne."
