Cîgirê Serokê AK Parti: Pêvajo berdewam e, metirsî tune

06 nîsan 2026 18:39

Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Al derbarê pêvajoya heyî ya bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de got, "Pêvajo gav bi gav wekî ku me pêşbînî kiribû dimeşe; ti rawestan an dudilî tune."

Cîgirê Serokê AK Parti: Pêvajo berdewam e, metirsî tune

RûpelNews - Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Ala li Enqereyê beşdarî çalakiya Federasyona Çapemeniya Tirkî bû û behsa rûdanên siyasî kir.

Efkan Ala got, “Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke nû ya sivîl heye”

Ala girîngiya pêvajoya heyî dupat kir û wiha axivî:

“Armanca me ya ji encama vê pêvajoyê, danîna çekan, tasfiyekirina hemû rêxistinê û misogerkirina vê yekê li ser erdê ye. Heta niha, Meclîsê civînên xwe yên dawî li dar xistine û raporek amade kiriye. Wê rapora xwe ya dawî pêşkêş kir û derbarê nexşerêya ji bo pêşerojê de nirxandinên girîng kirin. Ez dikarim bibêjim ku pêvajo bêyî astengiyan berdewam dike. Bang ji Îmraliyê derbarê danîna çekan û hilweşandina rêxistinê de ji destpêkê ve hatibû kirin, û derbarê vê mijarê de daxuyaniyên zelaltir jî hatin dayîn. Di vir de tu metirsî, endîşe an rawestandin tune.”

Ala got, "Pêvajo wekî ku me pêşbînî kiribû didome. Li vir gelek sedem hene ku mirov hêvîdar be. Bi gotineke din, pêvajo berdewam e."