Cîburî bi awayekî fermî proseya derxistina Kurdan ji Kerkûkê daye destpêkirin

12 hezîran 2020 18:20
Cîburî bi awayekî fermî proseya derxistina Kurdan ji Kerkûkê daye destpêkirin

PeyamaKurd – Belgeyek derket holê ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ji bo derxistina Kurdan ji Kerkûkê proseyek daye destpêkirin û daxwaz ji Fermandarniya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê kiriye, kesayetîyeke hoza Şemmer a ereb vegerîne gundê Pelkane û malbatên Kurd jî ji wir bên derxistin.

Li gorî nivîsara nepen a Rakan Cibûrî tê gotin ku ew kesayetî xelkê resenê Kerkûkê ye û sala 2003yê ve hatiye derkirin û daxwaz dike, ew prose bi du qonaxan bê encamdan. Di destpêkê de, di wan xanîyên vala de bên bicihkirin û dûv re jî, ew kesên di xanîyê wî de ne ango hemwelatîyên Kurd bên derkirin û ew serok hoz li şûna wan bê bicihkirin.

Hemwelatiyê Kurd ê gundê Pelkane derbarê daxwazîya Rakan Cibûrî û vegerandina wî kesyetîyê Ereb bo deverê ji K24ê re gotiye, ew tiştê Rakan Cibûr daxwaz dike û dixwaze bicih bike, heman daxwazî Sedam Husên jî kiriye û bi sedan kesên din li ser axa Kurd hatine bicihkirin ku Rakan Cibûrî niha wê yekê dubare dike.

Wî hemwelatiyî gotiye, xelkê gund ti biryareke wek biryarên Beisîyan qebûl nakin û axa xwe radestî ti kesan nakin, ku girêbeseteke sexte dema Sedam pê re ye û dixwazin li cihekî bên akincîkirin ku xwedîyê wî yê serekî tapoya Qoçanî heye û ew zevî mulkê bav û bapîrên wî ye.

Welatiyê gundê Pelkane daxwaz ji Herêma Kurdistanê û serkirdatîya sîyasî ya Kurd û perlemantaran dike, piştîvanîya gundîyên Kurd bikin bo rûbirûbûna wê plana Rakan Cibûrî û darûdesteyên wî, ku armanc jê erebkirineke din e û derkirina welatîyên resen ên Kurd e.