Çi bi stûyê Trump hatiye?

03 adar 2026 12:43

Bijîşkê Serokê Amerîkayê Trump daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku sorbûna li ser stûyê wî ji ber bikaranîna krema çermî bû.

Çi bi stûyê Trump hatiye?

RûpelNews - Bijîşkê Trump, li ser sorbûna li aliyê rastê yê stûyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev ji ber krema çermî ya ku wî bi kar anîbû çêbûye.

Li gorî CNNê, bijîşka Trump Sean Barbabella, di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Serok Trump ji aliyê rastê yê stûyê xwe wekî tedawiyeke pêşîlêgir a çermî, kremeke ku pir berbelav tê bikaranîn bi kar tîne. Ev hefteyek e ku Serok vê tedawiyê dibîne û tê payîn ku sorbûn çend hefteyan bidome."

Barbabella derbarê sedema pêwîstiya Trump bi vê dermankirinê de ti agahî parve nekir. Qesra Spî jî li ser mijarê bersiva pirsan neda.

Sorahî di dema merasîma Nîşana Rûmetê de ku di heman rojê de hatibû lidarxistin, li ser stûyê Trump diyar bû, wek nîşanek ku ji qolana kirasê wî dest pê dikir û heta bin guhê wî dirêj dibû.

Trump, ku di 79 saliya xwe de bû serokê herî kal ê Amerîka yê heta niha, berê jî ji ber şînbûna pişta destên xwe bibû rojev. Trump sedema vê jî bi dest şidandina bi xelkê re û vexwarina aspirîna rojane ya ji rêjeya pêşniyarkirî zêdetir ve girê dabû.