ChatGPT dest bi reklaman dike

10 sibat 2026 09:44

Bernameya hişê çêkirî OpenAI, di stratejiya xwe ya ji bo bidestxistina dahatê bi rêya chatbotê xwe yê navdar ChatGPT de, pêngaveke nû avêt û ji bo bikarhênerên li Amerîka û nîşandana reklaman da destpêkirin.

ChatGPT dest bi reklaman dike
RûpelNews -

Reklam dê di destpêkê de tenê du komên bikarhêneran bikin armanc. Bikarhênerên di asta "belaş" de, yên ku platformê bêyî dayîna ti heqdestî bikar tînin û aboneyên vebijarka nû ya "ChatGPT Go", ku bi bihayekî erzantir ê 8 dolarî mehane tê pêşkêş kirin, dê rastî reklaman werin.

Bikarhênerên pakêtên abonetiyê yên asta jortir ên wekî Plus, Pro, Business, û Enterprise dê bê reklam ji xizmetê sûd werbigirin.

Naveroka bersivan dê bandorê nebîne

OpenAI ji bikarhêneran re piştrast kiriye ku reklam dê bandorê li ser rastbûn an bêalîbûna bersivên ku ji hêla zîrekiya çêkirî ve têne hilberandin nekin.

Şirketê tekez kir ku reklam dê di nav herikîna sohbetê de xuya nebin, lê dê bi awayekî zelal wekî "sponsorî" bên nîşankirin û li bin bersivan bên nîşandan. Her wiha diyar kir ku daneyên kesane û naveroka sohbetê dê bi reklamkeran re neyên parvekirin û reklam dê tenê wekî pêşniyarên giştî yên têkildarî mijara sohbeta heyî bên pêşkêşkirin.

Hin mijar hatine derxistin

Şirketê ragihand ku ew dê hin sînorên etîkî li ser modela xwe ya reklamê dane. Li gorî vê yekê, dê ti reklam ji bikarhênerên di bin 18 saliyê de re neyên nîşandan. Wekî din, dê li kêleka sohbetên li ser mijarên hestiyar an birêkûpêkkirî yên wekî tenduristî, tenduristiya derûnî û siyasetê ti reklam xuya nebin.

Bikarhêner dê karibin li ser reklamên ku dibînin nerînên xwe bidin, reklamên ku bala wan nakişînin veşêrin, an jî taybetmendiyên kesanetîkirina reklamê bi tevahî neçalak bikin.

OpenAI vê pêvajoyê wekî qonaxeke "fêrbûn û ceribandinê" bi nav kir û diyar kir ku armanca wê ew e ku modelek dahatê ya domdar biafirîne bêyî ku zirarê bide serpêhatiya bikarhêner.