Chang-5 ya Çînê bi awayekî serkeftî ji Hîvê vegeriya

17 berfanbar 2020 14:01
Chang-5 ya Çînê bi awayekî serkeftî ji Hîvê vegeriya

PeyamaKurd -  Amûra fezayî ya bi navê Chang-5 ya Çînê şandibû ser Hîvê bo wergirtina nimûneyan, bi awayekî serkeftî vegeriya.

Komara Gel a Çînê, amûra fezayî ya bi navê Chang-5 ku 1ê vê mehê ji bo wergirtina 2 kîlo kevirê li ser Hîvê hatibû şandin, do daket baregeheke li Mogolistana Navîn.

Herî dawî di sala 1976an de Yekîtiya Sowyetê (SSCB) ji bo heman armancê amûrek şandibû ser Hîvê. Amûra SSCBê ya bi navê Lûna 24 bi awayekî serkeftî vegeriya bû.

Komara Gel a Çînê li gorî Rûsya û DYEyê, di karê fezayî de gelekî li paş maye. Rêveberiya Pekînê ji bo vê valahiyê dagire plan dike ku di sala 2022an de amûreke nû bişîne ser Hîvê. Ji bo dema dirêj jî dixwaze ku amûrên bi mirovan bişîne.