CFWIJ: Rojnamegera ku nûçeya ‘Jîna Emînî birine nexwesxanê’ belav kir, hat girtin

24 îlon 2022 02:23
CFWIJ: Rojnamegera ku nûçeya ‘Jîna Emînî birine nexwesxanê’ belav kir, hat girtin

PeyamaKurd -  Rojnamegera bi navê Nilufer Hemîdî ya ku di wexta polîsê exlaqê Jîna Emînî di îşkencê de derb kiribû û polîsê Tehranê wê biribûn nexweşxanê, di rojnamê de nûçeya agahiyê dabû ku Emînî birine nexweşxanê, ji aliyê rêvebiriya Tehranê de hat girtin. Ragihandina girtina Hemîdî ji aliyê rêxistina Koalîsyona Jin ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) hat kirin.

CFWIJ, ragihand ku nûçeya birina nexweşxanê ya Jîna Emînî ji aliyê Polîsê exlaqê de, ji aliyê rojnamevan Nilufer Hemîdî de hatiye belavkirin. CFWIJ, ragihand ku Hemîdî di nav vê hefteyê de duyem rojnamevane ku hatiye girtin. CFWIJ weha got:

“Polîsê Îranê avêt ser mala rojnamevan Nilufer Hemîdî û wê girt. Nilufer rojnamevana duyeme ku vê hefteyê hat girtin. CFWIJ dixwaze ku rojnamevan yekser serbest bên berdan.”