Cezayê zindankirina Hevsaredarê Diyarbekirê Mizrakli hat pejirandin
PeyamaKurd – Ji aliye Dadgeha Adliyeya Herêmî ya Diyarbekirê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli hat pejirandin.
Dadgeha Adliyeya Herêmî ya Diyarbekirê 9 sal û 4 meh û 15 roj li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli birîbû, di nava 35 rojan de erê kir.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê 19ê Tebaxa 2019an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kiribû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ji erka xwe hatibû dûrxistin û di derbarê wî de doz hatibû vekirin. Li ser îtîrafa Hicran Berna Ayverdî bi îdeaya “Endamtiya Rêxistinê" Mizrakli hatibû girtin.
Herwiha 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê li Mizrakli 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza birîbû. 9'emîn Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Diyarbekirê cezayê ku dargeha jêr li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli birîbû pejirand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin