Cezayê girtîgehê li Kiliçdaroglu hat birîn!
Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber "heqaretkirina serokkomar" 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
|
عربي
RûpelNews - Biryar di doza ku li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 3yemîn a Mersînê hat dîtin de hat ragihandin.
Di dozê de, serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tohmeta "heqaretkirina serokkomar" hat darizandin.
Di encama nirxandinê de, dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Kiliçdaroglu birî.
