CENTCOMê li ser êrîsa baregeha Amerîka ya li Sûriyê daxuyanî da
20 rêbendan 2023 23:00
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrîşa îro 20ê Çile ya li bargeha Tenef a Sûriyê de daxuyanî da.
CENTCOMê ragihand, bi 3 dronan êrîşî binkeya leşkerî ya Tenefê hatiye kirin û di encama wê êrîşê de birîndar hene.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, îro danê sibê sê balafirên bêpîlot êrîşî baregeha leşkerî ya Tenefê kirin, 2 ji wan dronan hatin xistin û ya din jî li baregehê ket û di encama êrîşê de 2 endamên Artêşa Azad a Sûriyê birîndar bûne.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Artêşa Amerîkayê destnîşan kir ku êrîşên wiha nayên qebûlkirin û da zanîn, “Êrîşên bi vî rengî ji bo leşker û hevkarên me metirsî ye.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Êrîsa bi mosekan li ser baregeha Amerîkayê li Sûriyê!
13 brf 2023
Jiyan
Li Sûriyê hewla êrîsa ser baregeha leskerî ya Amerîka hat kirin
16 brf 2021
Cîhan
Sanda Sûriyê li baregeha Amerîka ya Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiya
19 adr 2025
Cîhan
Pentagonê, êrîsa ser baregeha Amerîkayê ya Erbîlê pistrast kir
27 cot 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin