CENTCOMê amarên serê DAISê yê 2022yan eskere kir: 313 operasyon, 220 kustî
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyeke nivîskî amarên şerê dijî DAIŞê yên sala 2022yan eşkere kir.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye eşkere kirin, di sala 2022yan de hêzên wan ligel hêzên hevbeşên xwe yên li Iraq û Sûriyê, 313 operasyon li dijî DAIŞê kirine, ku 108 operasyon li Sûriyê û 191 operasyon jî li Iraqê hatine kirin.
CENTCOMê diyar kir, di sala 2022yan de, di operasyonên hevbeşên wan ên li Iraqê de wan kariye 220 endam û serkirdeyên DAIŞê bikujin û 159 endam û berpirsên rêxistinê jî hatine desteserkirin.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 466 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 215 endamên din ên wê hatine desteserkirin.
Li Sûriyê zêdetirî 10 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanê de ne û li Iraqê jî zêdetirî 20 hezar endam û serkirdeyên DAIŞê di zindanan de ne.
Li Kampa Holê zêdetirî 25 hezar zarokên endamên DAIŞê hene û bûne armanca sereke ya rêxistina DAIŞê.
Hêjayî gotinê ye, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê herî dawî ragihandibû ku hevbeşiya wan a ligel artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li Iraqê û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin