CENTCOM: Me tankereke neftê ku ber bi Îranê ve diçû asteng kir

28 nîsan 2026 11:06

Fermangeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku tankerekî petrolê ku ber bi bendera Îranê diçû ji hela hêza artêşa wan ve hat astengkirin.

CENTCOM: Me tankereke neftê ku ber bi Îranê ve diçû asteng kir
Wêne: Centcom

RûpelNews - CENTCOMê derbarê mijarê de bi rêya hesaba xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbasbûna tankera petrolê ya xav M/T Stream ber bi benderekê li Îranê ve diçû ji aliyê keştiya şer a moşekî USS Rafael Peralta ve hatiye astengkirin.

Di daxuyaniya CENTCOMê ya 26ê Nîsanê de hatibû ragihandin ku ji ber ambargoya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, rê li ber 37 keştiyan hatiye girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de piştî têkçûna pêvajoya danûstandinê ya bi Îranê re li Pakistanê ragihand ku ew ê dest bi pêvajoya dorpêçkirina Tengava Hurmuzê bikin.

CENTCOMê her wiha diyar kir ku dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê ji aliyê zêdetirî 10 hezar leşkeran, û her wiha bi dehan keştiyên şer û balafirên şer ve tê piştgirîkirin.