CENTCOM ê pistî 4 rojan hûrahiya operasyona ser DEAS ê da

13 nîsan 2023 04:19
CENTCOM ê pistî 4 rojan hûrahiya operasyona ser DEAS ê da

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, di 8 ê nîsanê de li rojhilatê Sûriyê bi desteka helîkopteran operasyon kiribû ser DEAŞ ê û ji serpereştên DEAŞ ê Hudayfah al Yemeni û 2 cîgirên wî girtibûn. Di daxwuyaniya CENTCOM ê de hat gotin ku di operasyonê de ti zerar negihaye sîvîlan û desteserkirina Hudayfah al Yemeni û her dû cîgirên wî, wê zerarê bide plankirin û rêvebirina şiyanên DEAŞ ê. Berdevkê CENTCOMê Albay Joe Buccino di daxwuyaniya xwe de got:

“Operasyonên ser DEAŞ ê ji bo ewlehiya herêmê û îstîqrara wê girînge. DEAŞ ji bo herêmê û wêdetirê wê tehdîda wê dewam dike. DEAŞ, ji bo êrîşên xwe yên di derveyê Rojhilata Navîn de bike, li Iraqê û Sûriyê şiyanên operasyonan di destê xwe de digre û tehdîda fikra wê an ku îdeolojiya wê, weke tehdîd dewam dike. Operasyonên weha niyeta me ya têkbirina mayînde ya DEAŞ ê teyîd dike.”