Çend welatan li ser bûyerên li Kongeresa Amerîkayê helwesta xwe nîsan dan

07 rêbendan 2021 16:00
Çend welatan li ser bûyerên li Kongeresa Amerîkayê helwesta xwe nîsan dan

PeyamaKurd  Derbarê bûyerên li Kongrêsa Amerîkayê, çend welat û serokên welatan, helwesta xwe nîşan dan.

Beşek ji alîgirên Donald Trump çûn nav Kongrêsa Amerîkayê li Washingtonê û ev bû sedema aloziyan û heta niha 4 kesan can dan û hejmarek ji polîs û xwepêşanderan jî birîndar bûn.

Li gor Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Jhonson diyar kir, bûyerên li Washingtonê, cîhê şermê ye û got, ew di çarçoveya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, piştevaniyê li demokrasiyê dikin û gelek girîng e ku desthilat bi awayekî rêkûpêk bê radestkirin.

Jhonson da zanîn, Amerîka dewleteke li ser asta cîhanê demokrasiyê diparêze ye.

Wezîrê Derve yê Almanyayê jî destnîşan kir, dijminên demokrasiyê berê xwe didin van dîmenên li Washingtonê û kêf dikin û divê Trump û alîgirên xwe biryara dengdêrên Amerîkî qebûl bikin û demokrasiyê nexin bin pêyan.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, baweriya wan bi demokrasiyê, bi taybetî jî ji demokrasiya Amerîkayê tê.

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg jî eşkere kir, dîmenên li Kongrêsê ew matmayî kirine û divê rêz li encamên hilbijartinên demokratîk bê girtin.

Herî dawî Wezareta Derve ya Tirkiyê jî diyar kir, ew van tiştên ku çêdibin, bi dilgiraniyekî mezin dişopînin û ew ji hemû aliyan dixwazin ku aram bin û di wê baweriyê de jî de ne ku Amerîka vê krîzê bi awayekî jîrane derbas bike û ji hemwelatiyên Tirkiyê yên li Amerîkayê jî xwestine ku ji bûyeran dûr bin.

Serokê Parlemena Ewrûpayê David Sasolî jî da zanin, divê rêz li dengên demokratîk bê girtin û ew di wê baweriyê de ne ku Amerîka rênimayên demokrasiyê biparêze.

Serokwezîrê Kanadayê Justen Troudo jî got, Kanadî ji êrîşa li ser demokrasiyê gelek aciz in.