Çend biryarên nû | Wê li Amedê yên derziya korona li xwe nedabin nexin govendê!
PeyamaKurd - Serokê Desteya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku wan bi sektora dawetan re civîneke derbarê tedbîrên vîrusa koronayê de pêk aniye û çend biryar hatine wergirtin.
Wekî tê zanîn li Bakurê Kurdistanê helmeta derzîkirina koronayê pir hêdî birêve diçe û gelek kes naxwazin derziyê li xwe bidin ku ev jî careke din bûye sedema zêdebûna bilez a vîrusa koronayê. Li gorî biryarên ligel Komeleya Xwediyên Kargehên Dawetan hatine wergirtin, êdî kesên ku derziya koronayê li xwe nedabin wê bo wan rê neyê dayîn ku tevlî dawetan bibin û ji bo wê jî wê xwediyê dawetan vexwendiyên dawetê agahdar bikin.
Biryarên ji bo pêşîgirtina belavbûna koronayê hatine girtin ev in:
1- Personelên salonên dawetan hemû divê derzî bibin.
2- Wê bê maske kes nekeve cihê dawetan û heta dawet biqede wê destûr neyê dayîn ku kes makseyên xwe derxin.
3- Wê kesên bê maske nexin hundir.
4- Wê li salona dawetan personelek were wezîfedarkirin û ev personel wê di warê mesafeya fizîkî û bikaranîna maskeyan de hişyariyan bide.
5- Heta dawet biqede wê anonsên maske, mesafe û paqijiyê bên kirin.
6- Em ji xwediyên dawetan rica dikin ku bila mêvanên xwe yên doza duyem derzî nebûne venexweînin dawetan.
7- Dê kela laşê mêvanên werin dawetê bê pîvandin û kesê ku agirê wan bi ser 38 pileyan re be nexin hundir.
8- Di çarçoveya tedbîrên koronayê de, Komeleya Xwediyên Kargehên Dawetan wê vîdeoya mînak amade bikin û strana ku stranbêjên dawetan teşwîqî derziyê bike were çêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin