Cenazeyên dû zarokên di Rûbarê Zê de fetisîn hatin derxistin

22 tebax 2020 22:34
Cenazeyên dû zarokên di Rûbarê Zê de fetisîn hatin derxistin

PeyamaKurd- Berdevkê Rêvebirê Parastina Sîvîl ya navçeya Akrê ya bi ser bajarê Duhokê Firaz Akreyî ragihand ku du zarokên ketibûn ber pêlên Rûbarê Zê cenazeyên wan hatine dîtin.

Zarokên ji gundê Serkevrokê yên bi navên Abdullah Meqsûd (14) û Fatma Ezîz (15) di roja 19 ê tebaxê de ketibûn ber pêlên ava Zê û wenda bûbûn. Di bûyerê de du hevalên wan hatibûn jî hatibûn rizgarkirin. Firaz Akreyî bo Rûdawê weha gotiye:

“4 rojin ku em li zarokên ku di avê de wenda bûbûn li wan digerin. Mixabin me îro karibû xwe bigihînin cenazeyên Abdullah Meqsûd’ê 14 salî û Fatîme Ezîz’a 15 salî û me cenazeyan derxist. Me cenazeyan şand Tib a Edlî.”