Cenazeyê Cemal Nebez li Silêmanî tê vesartin

22 berfanbar 2018 15:03
Cenazeyê Cemal Nebez li Silêmanî tê vesartin

PeyamaKurd - Termê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Prof. Dr. Cemal Nebez ku 8ê Kanûnê di 85 saliya xwe de, li Berlîn a Almanyayê wefat kiribû îro danê sibê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Cenazeyê Nebez li Balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, çend nivîskar û rewşenbîran ve hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku dê cenaze piştî merasîmekê derbasî Silêmaniyê bibe û li wir jî piştî merasimekê were veşartin.