Cemîl Bayik: Kurd yekîtiya Sûriyê diparêzin!

07 nîsan 2018 14:39
Cemîl Bayik: Kurd yekîtiya Sûriyê diparêzin!

PeyamaKurd - Hevserokê KCKê Cemîl Bayık ragihand ku ew, ne li dijî levhatina Kurdan û Hikûmeta Sûriyê ne. Ji bo Hikûmeta Sûriyê rêya herî baş ew e ku bi Kurdan li hev were û Sûriyeke nû ava bikin. Divê Sûriye jî azadiya Kurdan qebûl bike. Lewra Kurd naxwazin Sûriye perçe bibe.

Bayık wiha berdewam kir: Divê Hikûmeta Sûriyê bi Kurdan re bixebite ku Efrîn, Cerablûs, Bab û Idlib azad bibin û Tirkiyê ji nav axa Sûriyê derxin.

Di derbarê Bakurê Kurdistanê de jî Bayık got ku di vê bihar û havînê de ew ê planên AKPê û MHPê bi dawî bînin. Ew ê berxwedaneke pir tund li dijî AKP û MHPê bidin. Taliyê ew ê li dijî AKP û MHPê bi ser kevin.