Çekdarên nenas efserekî rejîma Sûriyê kust, 4 kes jî birîndar kir

07 rêbendan 2024 20:07
Çekdarên nenas efserekî rejîma Sûriyê kust, 4 kes jî birîndar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Derayê ji aliyê hin çekdarên nenas ve, efserekî artêşa Sûriyê hate kuştin.

Malpera Dera 24ê ragihandiye ku li bajarê Îzrai yê parêzgeha Derayê di êrîşeke çekdarên nenas de efserekî rejîma Sûriyê yê bi navê Munteceb Muhsin Berîbîdanî hatiye kuştin.

Heman çavkaniyê daye zanîn ku Berîbîdanî ji bajarê Ceblê yê gundewarê Laziqiyê ye.

Li aliyê din rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji wezareta karê naxwe wergirtiye, piştrast kir ku di êrîşa çekdarên nenas a li Îzrai de efserek hatiye kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.