Cejna qurbanê bazara Kurdistanê ges dike

16 tebax 2018 22:48
Cejna qurbanê bazara Kurdistanê ges dike

PeyamaKurd- Li Kurdistana bakûr û seranserê Tirkiyê tatîla cejna qurbanê destpêkir. Herkes bixwaze here kîjan deverê, ji niha de ji xwe re bilêtên balafiran kirîne û yên din diçin otogaran da ji xwe re cî di otobusan de peyda bikin.

Lê otogar tijîne û xelk nikare ji xwe re cîh peyda bike. Ev jî pirsgrêkeka dinê ya cejna qurbanê ye. Yên ku seyyareyên wan hene, bi giştî bi wan diçin tatîlê. Bi taybetî yên ku bi malbatî diçin. Kesên ku di otogaran de ji xwe re nikarin bilêtan peyda bikin, xwediyên şîrketên seyahî seferên îlawe ji wan re datînin.

Gelek kes hene ku ji xwe re dolmûşan an otobusên taybet digrin da weka qefle bi qefle herin deverên ku dixwazin. Cejna qurbanê di dewr û daîmkirina pereyan de, di nava milletê de germahiya peran çêdike. Pere di bazara geştûguzariyê de digere ku ev gelek baş e.

Xwedanên şîrketên seyyahî, benzînxane, xwaringeh, çayxane û hemû dezgeyên bazirganiyê jê fêde dibînin. Xelk bi mehan berê ji xwe re otêlan peyda kirine da herin devê behrê ji xwe re bêhna xwe bidin.

Ev geşbûn di bazara Kurdistanê de bi xwe re kêfê, bexeteweriyê tîne û hem têkiliyên nava xelkê geş dike.