Çavusoglu: Biden li sûna me tawanbar bike, bila dest ji polîtîkayên xwe yên sas berde
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bertek nîşanî nameya Joe Biden a li ser Rojavayê Kurdistanê da û îdîa kir, Rêveberiya Amerikayê rastiyan ji Kongresê û welatiyên xwe vedişêre û eşkere kir, li şûna Tirkiyê tawanbar bike, bila dest ji polîtîkayên xwe yên şaş berde.
Mevlut Çavuşoglu, 9ê Cotmeha 2021ê derbarê dirêjkirina biryarnameya Sûriyê û nameya Serokê Amerîkayê ya derbarê Tirkiyê de axivî û diyar kir: “Ev name nameyeke copy past e. Rêveberiya Amerîkayê dema ji Kongresa xwe re nameyan dişînin an jî zanyariyan didin xelkê Amerîkî, rastiyê nabêjin. Ew jî dizanin ku di navbera PKK û YPGê de ti cûdahiyek nîne. Piştgiriyeke baş didin vê rêxistina terorê.”
Li gor Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, armanca Amerîkayê li Rojava ne şerê dijî DAIŞê ye û dibêje: “Dema em dibêjin ev li gor yasayên Amerîkayê sûc e, ev jî ji ber wê yekê ye ku em dizanin armanca wan a li wê derê ne têkoşîna dijî DAIŞê ye. Li cîhanê yek artêş heye ku dijî DAIŞê têdikoşe, ew jî artêşa me ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin