Çarçoveya Hemahengiyê: Sedema avanekirina hikûmeta nû ya Iraqê Kurd in!
PeyamaKurd – Çarçoveya Hemahengiyê ya ji 6 partiyên Şîe yên Iraqê pêk tê, piştî vekişîna Tevgera Sedir ji proseya siyasî, danûstandinên bo avakirina hikûmeta Iraqê berdewam dike.
Nûnerê Çarçoveya Hemahengiyê yê ji Hevpeymana Dewleta Yasa Ehmed Fawaz ragihandiye ku dê Çarçoveya Hemahengiyê ji bo nirxandina pêşhatên dawî û xebatên bo avakirina hikûmeta nû îro Yekşemê 9ê Cotmehê bicive.
Fawaz gotiye, ew dê mijarên lezkirina avakirina hikûmetê, budçeya 2023yan, krîza heyî ya diyarkirina posta serokomar û serkowezîrê nû gotûbêj bikin.
Herwiha Ehmed Fawaz, aliyê Kurd jî wekî sedema astenga li pêş avanebûna hikûmeta nû tawanbar kir û got ku sedema derengmana avakirina hikûmetê Kurd in, lewra gavên bo avakirina hikûmetê bi peywira serokomariyê dest pê dikin ku kurdan hîn namzedê xwe diyar nekiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin