Cara yekem Kurdekî Bakur mafê penaberiyê li Japonyayê distîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Japonya amadekariyan dike mafê penaberiyê bide welatiyekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê.
Ajansa Kyodo ya Japonî ragihandiye, ciwanê Kurd ê mafê penaberîyê bistîne, temenê wî di ser 20 salan re ye, lê belê nav û navnîşana wî nehatiye eşkerekirin.
Hatiye diyarkirin ku, ji 2014an ve ew ciwan ji tirsa girtin û îşkencekirinê ji Tirkiyê reviyaye û hewara xwe gihandiye Japonyayê.
Sala 218an dadgeha bajarê Sapporo ya Japonyayê daxwaza mafê penaberiyê ji bo wî red kiriye û piştî îtîrazê, dadgeha bilind a Japonyayê mafê penaberiyê yê wî kesî qebûl kiriye.
Dana mafê penaberiyê ji aliyê Japonyayê ve gelekî zehmet e û gelek caran rêxistinên mafên mirovan rexneyên dijwar li siyaseta penaberiyê ya Japonyayê digrin.
Dadgeha Bilind a Japonyayê piştî biryara qebûlkirina penaberiya ciwanê Kurd ragihand, eger ew kes bo Tirkiyê bihatiba deportkirin, dibû ku rûbirûyê lêdan û îşkenceyê bibe.
Di sala 2021 de Japonyayê mafê penaberiyê daye 74 kesan, ev jî rêjeya herî bilind e ji sala 1982an ve.
Beriya niha Japonyayê mafê penaberiyê daye Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê, lê ev yekem car e Kurdekî Bakurê Kurdistanê mafê penaberiyê ji Japonyayê werdigre.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin