Çapemeniya Îranê pistgiriya Tirkiyê dike

12 tebax 2018 22:03
Çapemeniya Îranê pistgiriya Tirkiyê dike

PeyamaKurd- Piştî ku Amerîka dorpêçê danî ser Îranê û Tirkiye li hemberê dorpêça Amerîkayê bo ser Îranê derket, çapemeniya Îranê ciheka fireh da beyanên Tayîp Erdoğan. Di nûçeyên rojnameyên Îranê de, di yên ku tê de hevkariya her dû dewletan heye, di rûpela yekem de hatine dayîn.

Rojnama reformîst ya bi navê “Îran” li ser bertekên ku Erdoğan ji Amerîka re nîşan dide, weha ragihand: “Di navbera derbe û dorpêçê de ti ferq tine ye.”

Rojnameyeka dinê behsa wesiyeta Erdoğan kir ku digot dolarên xwe bi perê Tirkiyê biguhêrin. Rojnama bi navê "Aftab-i Yezd" ragihand ku Tirkiye, Îran û Rûsya bi hevre tevdigerin û nûçeya xwe bi “Li hemberê dorpêçan, yekîtiya 3 dewletan” da xwendevanên xwe.

Rojnama bi navê "Merdomsalari" ku nêzî Rûhaniye, balê dikşîne ser hevkariya Tirkiye û Îranê ya li hemberê Amerîkayê û dibje ku dijberî bi girtina rahîb Andrew Brunson destpêkiriye û bi vê sedemê Amerîka dixwaze tola xwe ji Tirkiyê hilde.