Cafer Sêx Mistefa: Ji sedî 50-60ê wan êrîsan ne DAIS dike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa li ser hewlên nêzîkkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê û bûyerên li navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê diqewimin daxuyanî dan.
Cafer Şêx Mistefa ji Rûdawê re daye xuyakirin, beşeke mezin ji wan karên ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê têne kirin, hewldanek e ji bo derxistina Kurdan û erebkirina wan navçeyan.
Mistefa li ser şewitandina zeviyan cotkarên Kurd û êrîşên berdewam jî daye zanîn ku ji sedî 50 heta 60ê tiştên ku li wan deveran çêdibin, ne karê DAIŞê ye.
Li ser hewldanên bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî Ceifer Şêx Mistefa got, hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û dibe ku piştî cejnê civîn bêne lidar xistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin