Burkay: Peyamên Ocalan erênî ne, li gorî min ne di tecrîdê de ye

17 gulan 2019 19:08
Burkay: Peyamên Ocalan erênî ne, li gorî min ne di tecrîdê de ye

PeyamaKurd - Nivîskar û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkay li ser rojeva siyasî ya Kurdan, ya Tirkiyê û peyama Abdullah Ocalan nirxandin kirin.

Burkay di hevpeyvîna bo Televizyona Kurdistan24ê de, li ser peyamên Ocalan got ku ew erênî dibîne û da zanîn, "Li gorî min Ocalan di bin tecrîdê de nîne û belkî Ocalan bixwe naxwaze di vê konjuktorê de peyameke bide û hevdîtnan pêk bîne"

‘HEYFE KU KEÇ Û XORTÊN KURDAN BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ TÊN TEŞWÎQKIRIN’

Burkayê ku peyama Ocalan erênî dibîne, dibêje heyfa wan keç û xortên Kurdan e ku xwe dane ber mirinê, lewra dawîyê vê xwekuştin e. Li gorî Burkay, kesên ku bi sedema "Deyndarîya Ocalan" keç û xortên Kurdan teşwîqê greva birçîbûn û rojîya mirinê dikin ew ne dostên Kurdan e.

Kemal Burkay-nivîskar û sîyasetmedar, got: "Di peyama Ocalan de ku tê gotin bila ew kesên ku di greva birçîbûnê de ne jîyana xwe ji dest nedin, gotinên xirab nîn in. Ez bixwe jî dibêjim ku ev greva birçîbûnê û rojîya mirinê tiştekî gelekî şaş e ji bo wan xortan."

‘LI GORÎ MIN OCALAN NE DI BIN TECRÎDÊ DE YE’

Kemal Burkay gotineke ku nîqaşan bixwe ra bîne tîne ziman û dibêje; "Li gorî min Ocalan di bin tecrîdê de nîne û belkî Ocalan bixwe naxwaze di vê konjuktorê de peyameke bide û hevdîtnan pêk bîne"

Kemal Burkay got: "Bi raya min Ocalan di bin tecrîdê de nîne. Çima nîne? Yanê belkî Ocalan bixwe jî, div ê qonaxê de naxwaze xizmên xwe bibîne. Naxwaze mesajeke bide. Belê vê dawîyê mesajeke da. Ev mesaj tiştekî din e. Em li ser vê jî qise bikin. Lê ev mesela tecrîdê ne tiştekî rast e. Ocalan ji derwelêt hatîye nehatîye, li girava Îmralîyê di bin tecrîdê de nîne. Şertên wî baş in. Niha li cem wî hevalên din jî hene."

‘DI DEMEKE NÊZÎK DE ÎHTIMALA PÊVAJOYEKE NÛ NABÎNIM’

Sîyasetmedarê Kurd li ser egera proseyeke nû ya çareserîyê jî axivî û da xuyakirin, "Ez di demekî nêzîk de îhtîmala pêvajoyeke nû nabînim, lê heke dest pê bike wê gelek baş bibe."

Kemal Burkay wiha dewam kir: "Bi raya min îhtimaleke teze tune. Ango li gor 3-4 sal berê rewş gelekî guherî, bi paşve çû. 3-4 sal berê hikûmeta Ak Partî, bi Kurdan ra rûdinişt. Qe nebe bi PKKê ra, bi rêberên wê ra rûdinişt da ku çareserîyeke bibîne. Yanê PKK dev ji sîlehan berde. Daxwaza bingehîn jî ew bû. Lê rewş nerm bû. Ango dema wê pêvajoyê de şer tunebû. Ev tiştekî baş bû. Lê rewş guherî û peywendî qut bû. Hikûmet bû hevalê Bahçelî û MHPê. Jixwe sîyaseta MHP jî gelekî li dijî Kurdan e. Ji bo vê yekê ez di nêzîk de îhtimala pêvajoyeke nû nabînim."

‘JI BO KURDAN FERQA SIYASETA AKP Û CHPÊ NÎNE’

Herwiha Kemal Burkay li ser jinûve hiblijartinên şaredarîya Stenbolê jî rawestîya û got, ligel ku Îmamoglu qezenc kiribû jî heqê wî jê hat standin. Lê belê li gorî Burkay, derbarê meseleya Kurdan de sîyaseta CHPê ji ya AKPê cudatir nîne û Ekrem Îmamoglu û rayedarên CHPê tevî ku bi saya Kurdan biserketin jî ji bo meseleya Kurdan tu tişteke berbiçav negotine û nabêjin jî.