Bulent Arinç bertek nîşanî daxuyaniyên rektorê Şirnexê da

15 nîsan 2026 12:50

Serokê berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Arinç, bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Rektorê Zanîngeha Şirnexê Abdurrahîm Alkiş da.

Bulent Arinç bertek nîşanî daxuyaniyên rektorê Şirnexê da

RûpelNews - Di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê de, Serokê Berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Arinç diyar kir ku gotinên ku ji aliyê Rektorê Zanîngeha Şirnexê Abdurrahîm Alkiş ve li dijî parlamenterên ku ji ber hin kiryar û daxuyaniyên wî ew rexne kiribûn hatine bikaranîn, "bêberpirsiyarane û ji pîvanê derbasbûyî" ne.

Arinç, bertek nîşanî gotinên Alkiş da

Arînç, tekez kir ku Parlementoya Tirkiyeyê nûnertiya vîna gel e û diyar kir ku gotinên wekî ‘munafik’ û îfadeyên bi vî rengî yên ku li dijî parlamenterên hilbijartî tên bikaranîn, nayên qebûlkirin. Arînç her wiha destnîşan kir ku hin wesfên ku derbarê serdema Komarê de tên bikaranîn, 'ne têgihîştî ne û ne jî efûkirî ne'.

Arinç bangî Erdogan kir

Arînç got ku, Rektor Alkiş berê jî ji ber daxuyanî û gotinên cuda rastî rexneyan hatibû. Arinç da zanîn ku, gotinên navborî heqaretek li yekrêziya exlaqî ya Parlementoyê pêk tînin.
Di daxuyaniya xwe de, Arinç bang li Seroomarê Tirkiyey Recep Tayyip Erdogan,  Serokê Parlementoyê Numan Kurtulmuş û Serokê Saziya Perwerdehiya Bilind Erol Ozvar kir û daxwaz kir ku lêpirsînên pêwîst bên destpêkirin û cezayên guncaw bên sepandin.