Buldan û Sancar pistî serdana Demirtas daxuyanî dan: ‘Xemgîn û hêrs dibim’
PeyamaKurd – Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar îro 13ê Îlonê li Girtîgeha Edirneyê serdana Selahattîn Demirtaş kirin û piştî hevdîtinê jî daxuyaniyek dan medyayê.
Hevserokên HDPê ragihandin ku wan di hevdîtinê de Siyaseta Çalakiyan a Bernameya Aştiyê
Buldan da zanîn ku wan serdana Demirtaş û Parlamentarê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan kiriye û got ku piştî pandemiya koronayê yekem serdana wan e ku xwedî girîngiyekê ye.
Buldan bal kişand ser ku di hevdîtinê de bi giranî wan li ser pêkanîna aştiya Tirkiyê sohbet kiriye û li ser deklarasyona aştiyê ya HDPê rawestiyane.
Mithat Sancar jî silavên Demirtaş gihandin û derbarê hevdîtinê de got, her çiqas dema wan kêm bû jî wan li ser mijarên girîng ên siyasetê axiviye û wan pêşniyarên Demirtaş li ser bernameya aştiyê ya partiya xwe wergirtine ku dê wan li civîna desteya navendî gotûbêj bikin.
Herwiha Sancar behsa wê yekê jî kir ku li ser navê Demirtaş medya tirk îdia kiribû ku amadekariya avakirina partiyeke cuda dike û got, ‘Pêwîst nake em bersivan wan îdiayan bidin û ne hêjayî bersivdanê ne.”
Sancar diyar kir ku Demirtaş gotiye, bi wan îdiayan dixwazin di nav HDPê de aloziyê derxin û daye zanîn, ‘Ez di HDPê de fêrî siyaset û jiyanê bûm. Min tê de têkoşîn da, mezin bûm û meşiyam. Lewra jî dema navê min ji bo qadeke din a siyasetê derbas dibe, pê xemgîn û heta hêrs dibim.”
Sancar got, ji xwe eyb e ji wan re ku ew wan spekulasyonên fesadiyê bixin nav HDPê cidî bigirin û lewra jî wan hewce nedît ku bersivekê bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin