Buhayê zêr daket

28 gulan 2026 10:16

Li bazarên Tirkiyeyê buhayê misqalek zêr bi daketinê dest bi rojê kir û niha bi 6 hezar û 457 lîreyan tê firotin. Çarêga zêr bi 10 hezar û 680 lîreyan tê firotin, zêrê Cumhurî 42 hezar 540 lîriyê tê firotin.

Buhayê zêr daket

RûpelNews - Piştî ku duh nirxê xwe winda kiribû, buhaya misqalek zêr roj bi rêjeya ji sedî 1.1 daket û li ser 6 hezar 577 lîreyan bi dawî bû. Buhayê onsê zêr her wiha gihîşt asta xwe ya herî nizm a du mehên dawî.

Bazirgan bala xwe didin rojeva daneyan

Bilindbûna bihayê petrolê piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê, fikarên enflasyonê zêde kirine. Vê yekê zext xistiye ser bihayê zêr.
Abûrînasan destnîşan kirin ku daneyên mezinbûn û enflasyonê yên îro yên Amerîkayê dê ji aliyê bazirganan ve ji nêz ve bên şopandin.