Brîtanyayê xwest ku Pêsmerge û hêzên Iraqê rêkeftinê bikin

20 berfanbar 2019 18:22
Brîtanyayê xwest ku Pêsmerge û hêzên Iraqê rêkeftinê bikin

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Brîtanîyayê li Iraqê James Tronton, li Hewlêrê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku ew dixwazin ji bo valahiya ewlekariyê ji holê rabe li herêmên derveyî îdareya Kurdistanê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê rêkeftin were pêkanîn.

Tronton got: “Em dilxweşin bi vê asta otonomîya Herêma Kurdistanê. Brîtanîya piştîvanîyê li danûstandinên di navebra hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de dike ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.”

Konsulê Brîtanyayê di berdewamê de da xuyakirin: “Divê pirsên girêdayî petrol û dahata wê, herwiha pirsa budceyê jî bên yekalîkirin. Divê rêkeftina ewlekarîyê hebe daku hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de zêde bibe, ji bo jinavbirina DAIŞê li wan deverên valahîya ewlekarîyê tê de heye. Divê pirsgirêkên hilawîstî yên peywendîdar bi destûrê ve jî, bên çareserkirin.”