Brîtanyayê qedexekirina Hemasê bi fermî ragihand
19 mijdar 2021 22:39
PeyamaKurd - Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel, piştî nûçeyên derbarê xistina lîsteya terorê ya Hamasê de ragihand ku Hamas li Brîtanyayê bi temamî hatiye qedexekirin.
Priti Patel got, sedema vê gavê ew e ku tevgera Hemas xwedî çalakiyên terorê ye û dikare bigihîje çekên pêşketî û navendên ji bo perwerdekirina terorîstan.
Wezîra Brîtanyayê diyar kir ku hikumeta welatê wê girêdayî “têkoşîna li dijî terorê” ye.
Piştî vê biryarê, Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê li dijî biryara hikumeta Brîtanyayê derket û bang li civaka navdewletî, hemû hêz û komên Filistînê û alîgirên doza Filistînê yên li Brîtanya û Ewropayê kir ku vê biryarê şermezar bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
17 mjd 2025
Cîhan
Encama fermî ya hilbijartina Parlementoya Iraqê hat ragihandin
13 mjd 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin