Brîtanyayê 24 sazî û rêxistinên Sûriyê ji lîsteya cezayan derxist
PeyamaKurd – Wezareta Xezîneya Brîtanyayê ragihand ku 24 sazî û rêxistin ji lîsteya cezayên ser Sûriyê hatine derxistin û êdî mal û milkên wan ne cemidî ye.
Hate zanên ku di nav sazî û rêxistinên ku cezayên wan hatine rakirin de rêxistinên sektorên enerjî, veguhestin û darayî hene.
Li gorî daxuyaniyê, Rêyên Hewayî yên Sûriyê ango (Syrian Airways), Şîrketa Petrolê ya Giştî (General Petroleum Corporation), Banka Çandiniyê ya Hevkariyê (Cooperative Agricultural Bank) û Banka Bazirganî ya Sûriyê (Syrian Commercial Bank) di nav van rêxistinên cezayê ser wan hatiye rakirin de ne.
Herwiha bi sedan ceza li dijî kes û rêxistinên din jî hîn nehatine rakirin.
Wezareta Xezîneya Brîtanyayê ragihand: “Me biryar da ku hin cezayên li ser Sûriyê rakin, di çarçoveya pabendbûna me de ji bo alîkariya gelê Sûriyê û ji nû ve avakirina welat û aboriya wê.”
Li gorî nûçeya Reutersê, Çavkaniyên Koma Borsaya Londonê diyar kirin ku Rûsya mazot bi tankereke ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye qedexekirin şandiye Sûriyê û ev yekem car e ku di nava 10 salan de rasterast sotemeniyê dide vî welatî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin