Brîtanya: Îran ji bo li ser piyan bimîne peymanên qirêj bi Rûsya re girêdide!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser hevkariya Îranê ya ligel Rûsyayê di şerê Ukraynayê de ragihand ku Îran ji bo bikare xwe li ser piyan bihêle, peymanên qirêj bi Pûtîn re girêdide.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku Îran bûye piştevana herî mezin a Rûsyayê di şerê Ukrayna de ku bi sedan balafirên bêmirov dane wan û di êrîşên ser sivîlan de, roleke navendî lîstiye.
Hat eşkere kirin ku wê li ser karsazên Îranê yên di çêkirin û dabînkirina wan balafirên bêmirov de destê wan heye û li ser rayedarekî leşkerî yê Îranê dorpêç bên sepandin.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê destnîşan kir ku wê êrîşên hêzên rûsî yên ser bajar û sivîlên bêguneh bêbersiv nemînin û ji bo rejîma Îranê jî wiha got:
“Rejîma Îranê li hember dengê bilind ê gelê xwe yê guherînxwaz her diçe bitenê dimîne û ji bo li ser piyan bimîne jî bi awayekî bêhêvî bi Pûtîn re peymanên qirêj girêdide.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin