Brazîlya jî balyozxaneya xwe li Îsraîlê vediguhezîne Qudsê

01 mijdar 2018 22:31
Brazîlya jî balyozxaneya xwe li Îsraîlê vediguhezîne Qudsê

PeyamaKurd – Jair Bolsonaroyê ku hefteya derbasbûyî wek Serokê Brazîlyayê hatibû hilbijartin ragihand, ku ew dê balyozxaneya xwe ya li Îsraîl ji Tel Avîvê veguhezînin Qudsê.

Serokê Brazîlya yê nû Jair Bolsonaro, yekem hevpeyvîna xwe ya bi zimanekî biyanî da rojnameya Îsrael Hayomê, Bolsonaro diyar kir ku ew dê balyozxaneya xwe li Îsraîl ji Tel Avîvê veguhezînin Qudsê.

Serokê Brazîlyayê destnîşan kir, ku Îsraîl dewleteke serwer e û di bijartina paytextê  xwe de azad e û welatên din nikarin vê diyar bikin