Borrell hisyarî da Îsraîlê: Agir gestir neke

08 rêbendan 2024 21:40
Borrell hisyarî da Îsraîlê: Agir gestir neke

Peyama Kurd - Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku di encama şerê Îsraîl û Hamasê de Lubnan ber bi şerekî herêmî ve tê kişandin û hişyarî da Îsraîlê ku rê li ber vê yekê bigire.

Borrell, di serdana xwe ya Lubnanê de bi Serokwezîrê Lubnanê Necîb Miqatî re civîya. Piştî civînê Borrell got: "Pêwîst e Lubnan xwe ji aloziya Rojhilata Navîn dûr bixe."
Borrell hişyarî da Îsraîlê ku wê di wan pevçûnan de ti kes bi ser nekeve.

Josep Borrell di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Miqatî de, di derbarê şerê Xezze û derdora wê, bandora şer û rewşa li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê de nirxandinan kir.

Borrell got, "Em dixwazin li ser bilindbûna fikarên têkdanîna Xeta Şîn her alî hişyar be û agir berfirehtir nekin."

Xeta veqetandinê ya navbera Lubnan û Îsraîlê, bi navê 'Xeta Şîn' tê pênasekirin. Ew navê vî sînorî, piştî ku hêzên Îsraîlê di 2000î de ji başûrê Lubnanê vekişîya,.ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate danîn,