Boris Johnson îstifa û hilbijartin red kir
06 tîrmeh 2022 23:43
PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, piştî îstîfayên wezîrên kabîneyê bersiva bangên karvekêşanê û hilbijartina pêşwext da.
Johnson li Kamaraya Avam bersiv da pirsên aliyên opozîsyonê û got, ew dê di erka serokwezîrtiyê de berdewam bike û îstifa nake.
Johnson got ku heger wî bizaniya hikûmet nikare dewam bike û piştevaniyeke baş nade gelê Ukraynayê, dê îstifa bikira.
Li ser banga hilbijartina pêşwext a Serokê Koma Partiya Netewî ya Skoçyayê Ian Blackford jî Boris Johnson da xuyakirin ku wê hilbijartina pêşwext xetayeke netewî be.
Hêjayî gotinê di nav du rojên dawî de, 4 wezîr û 21 karmendên hikûmeta Brîtanyayê îstifa kirin ku krîzeke siyasî li welêt rû daye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Boris Johnson qebûl kir
21 mjd 2023
Jiyan
Boris Johnson ji wezîfeya xwe ya parlamenteriyê îstifa kir
10 hzr 2023
Jiyan
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îstifa kir
07 trm 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin