Boris Johnson bû serokê partiya mihafezekar û dibe serokwezîrê Brîtanyayê
23 tîrmeh 2019 18:53
PeyamaKurd - Partiya Mihafezekar a Brîtanyayê Boris Johnson wek serokê nû yê partiyê hilbijart û Johnson li şûna Theresa May dibe Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.
Serokwezîra Berê ya Brîtanyayê û Seroka Berê ya Partiya Mihafezekaran Theresa May dest ji kar berdabû.
Piştî destberdana kar a May, di nava partiyê de rikeberiya bidestxistina herdu postên serokwezîrî û serokatiya partiyê di navbera Boris Johnson û Jeremy Hunt de dest pê kiribû.
Boris Johnson ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bû, di dema şerê li dijî DAIŞê de, serdana Herêma Kurdistanê jî kiribû û di wê serdanê de çûbû Kela Dîrokî ya Hewlêrê û serdana çeperên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer jî kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Partiya Boris Johnson dengên baweriyê danê û biserket
07 hzr 2022
Jiyan
Dadgeriya sulh cezayê serokê Partiya Zaferê Ümit Özdag sand zîndanê
21 rbn 2025
Cîhan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Boris Johnson qebûl kir
21 mjd 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin