Boris Johnson biryara paketa alîkariya ji bo Ûkryaynayê ji Kîevê ragihand

25 tebax 2022 01:44
Boris Johnson biryara paketa alîkariya ji bo Ûkryaynayê ji Kîevê ragihand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson bi sedema tevlîbûna 31 em salvegera roja serxwebûna Ûkraynayê ji nîşkave seredana Ûkraynayê kir û bi serokê Ûkraynayê Zelenski re civiya. Johnson ragihandina paketa alîkariya Îngîltere ya ji bo Ûkraynayê ji Kîevê kir. Johnson weha got:

“Em desteka xwe ji bo Ûkrayna dewam dikin û ez bawerim wê Ûkrayna biserbikeve.”

Li gor ragihandina baregeha serokwezîrtiya Îngîltere, wê Îngîltere bi 54 mîlyon Sterlînî alîkariyê bide Ûkraynayê. Di nav alîkariya ji bo Ûkrayna de, alavên çavdêriya hewayî yên bêmirov, sîstemên fuzeyan, 2 hezar heb balafirên bêmirov yên herî pêşkeftî, muhîmmatên antî-tank û 850 heb mikro dronên ku bi dest davêjin hene.