Borell: Danûstandinên Vîyena yên ligel Îranê gihîstine qonaxa dawî
09 sibat 2022 20:32
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê hevdîtinên nukleerî yên li Vîyenayê ligel Îranê berdewam dikin de daxuyanî da.
Borrell diyar kir ku danûstandinên li Vîyenayê didomin gihîştine qonaxa dawîyê û got: "Hêvîdarim di çend hefteyên pêşiya me de, em ê bigihin rêkeftinê. Ji ber ku mijar gelekî nepenî ye naxwazim hurgiliyan bidin.”
Herwiha Borell daye zanîn ku pêşniyarên her du aliyên Amerîka û Îranê hene û diyar kir, pirsa herî mezin paşxistina çalakiyên nukleerî yên Îranê ye ku di vê mijarê de gihîştine qonaxa dawiyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Borell û Ebdulahyan civiyan: Ji Îranê daxuyaniya hevdîtinên Vîyenayê
20 brf 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin