Bolton bi Îsraîlê re derxistina Îranê ji Sûrî gotûbêj dike

19 tebax 2018 22:19
Bolton bi Îsraîlê re derxistina Îranê ji Sûrî gotûbêj dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton, serdana Israîlê kir û mijara derketina Îranê ji Sûriyê, li gel bepirsên Israîlî gotûbêj kir.

Li gor ragihandina Rojnameya Haaretz a Israîlî, John Bolton îro serdana Tel Avivê dike û li gel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û wezîrê berevaniya Îsraîlê û hejmarek ji berpirsên din, civînan lidar dixe.

Ji dema ku postê xwe wergirtiye ev yekem seredana Bolton e bo Israîlê,.