Blinken: Dibe ku Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya dewletên pistevaniya terorê dikin

28 nîsan 2022 15:57
Blinken: Dibe ku Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya dewletên pistevaniya terorê dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di derbarê operasyona Rûsya li Ukraynayê de diyar kir, dibe ku rêveberiya Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya “dewletên piştevaniya terorê dikin.”

Anthony Blinken di rûniştina Kongressê de bersiva pirseke Senatorê Komarî Lindsey Graham da û eşkere kir: “Em lêkolîna wê yekê dikin. Pisporên yasayî jî vê yekê lêkolîn dikin.”

Blinken destnîşan kir: “Tu gumanên min tune ku Rûsya, terorê li hember gelê Ukraynayê dike.”