Biryareka xerab bo 6 sîrketên Rûsî

01 tebax 2018 15:31
Biryareka xerab bo 6 sîrketên Rûsî

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê pira ku Kirimê bi Rûsyayê ve girê dide, pira bi navê Kerçê ku 6 şîrketên Rûsyayê tê de dixebitin, wan şîrketan xistin lîsteya dorpêçê. Yekîtiya Awrûpayê mijara Kirimê weka îşxala Rûsya dibîne.

Konseya Awrûpayê bi sedema ku Rûsya tehdîda yekîtiya axa Ûkraynayê dike, hukumraniya wan û serbixwebûna wan tehdîd dike, biryara dorpêçê danî ser 6 şîrketan. 6 şîrketên ku di çêkirina pira Kerçê de dixebitin, eger wê pirê temam bikin, wê bikin ku îlhaqa Rûsyayê li ser Ûkraynayê bêhtir çêbibe.

Yekîtiya Awrûpa di beyana xwe de dibêje ku hebûna malên wan şîrketan hatine cemidandin, hemwelatiyên Awrûpa û şîrketên Awrûpa nikarin kredî û pere bidin wan 6 şîrketan.

Bi vî awayî niha di lîsta dorpêça Yekîtiya Awrûpa de, kesên ku malên wan hatine cemidandin û bo wan qedexeya seyahetê hatiye danîn 155 kesin û jimara şîrketan jî derket 44an.