Biryara tehliyê bo saredarê navça Esenyurtê Ahmet Özer dan
12 mijdar 2025 00:03
PeyamaKurd – Dadgeha cezayê giran ya 1em ya Îstenbolê di derbarê şaredarê navça Esenyurtê Prof. Ahmet Özer de ku heya niha di zîndanê de bû, biryara wî ya tehliyê da. Ahmet Özer, di dosya çarçova Rêxistina sûc ya Aziz İhsan Aktaş de girtîbû.
Di îdîanameya dozger de ji bo Ahmet Özer ji 2 sûcan ceza dixwestin. ‘Xistina fesadê ya nav îhalê’ û ‘sextekariya di belga taybet de’. Bo her dû sûcan ji 3 salî heya 9 salan Ahmet Özer re ceza dixwestin.
Ahmet Özer, berê ji dosya ‘Lihevkirina Bajêr’ di 30yê Cotmeha 2024an de hatibû girtin û di darizandina Temmûza 2024an de ji heman dosyayê hatibû tehliyekirin. Roja celsa daraza bê wê di27.01.2026an de be.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hêzên asayîsê hevserokên navça Esenyurtê yên DEM Partiyê xistin binçav
18 mjd 2024
Jiyan
Saredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin: Îdîa kirin qeyûm tayîn kirine!
31 cot 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin