Biryara Çînê pista Bitcoinê sikand!

20 gulan 2021 23:46
Biryara Çînê pista Bitcoinê sikand!

PeyamaKurd – Piştî ku rêveberiya Çînê biryar da bikaranîna pereyên krîpto di danûstandinên fînansê de bê qedexekirin, nirxê Bitcoinê nîvî nîvî kêm bû.

Çend roj berê jî piştî daxuyaniyên karsazê Amerîkî Elon Musk ku biryara firotina otomobîlên Tesla bi bitcoinê paşve kişandibû, nirxên Bitcoinê kêm bûbû, lê bi biryara Çînê re jî hîn kêmtir bû û ji dora 60 hezar dolaran daket heta 32 hezar dolaran.

Heta çend roj berê nirxê pereyên krîpto ku Bitcoin serî dikişîne, li seranser cîhanê gihîştibû 2,3 trîlyon dolaran, lê bi ketina 24 saetên dawî re nirxê pereyên krîpto bi giştî daket 1.35 trîlyon dolaran.

Herwiha di nav hefteyekê de Bitcoin ji sedî 22, Ethereum ji sedî 3 û Dogecoin jî bi rêjeya ji sedî 20 kêm bû ku pereyên din ên krîpto jî bi wan re kêm bûn.