Biryar e Wezîrê Tendirustiyê serdana Parlamentoya Herêmê bike
04 mijdar 2021 16:02
Nivîskar:
Leyla Denli
PeyamaKurd – Biryar e Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, îro ji bo nirxandina rewşa vîrûsa Koronayê û pêngavên hikûmetê yên ji bo kontrolkirina wê, serdana Parlamentoya Herêmê bike.
Dr. Saman Berzincî di civînê de wê plana wezareta xwe ya ji bo belavkirina derzîyan û derzîkirina hemû xebatkarên saziyên dewletê, mamoste, xwendekar û xebatkarên Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind pêşkêş bike.
Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha zêdetirî milyonek kesî derzî wergirtine.
Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 363 hezar kes bi Koronayê ketine, ji wan 6492 kesan can dane û zêdetir ji 346 hezar kesî jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Biryar e îro Wezîrê Sehîd û Enfalbûyan biçe Parlamentoya Kurdistanê
02 mjd 2021
Jiyan
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê pistî serdana Ocalan ji Îmraliyê vegeriya
24 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin